Kültür07:24, 26 Şubat 2018
Pêşangeha "Ji salên 1990î û heta îro Çapemeniya Pirzimanî ya Stenbolê" vebû

Pêşangeha "Ji salên 1990î û heta îro Çapemeniya Pirzimanî ya Stenbolê: Cîhana Nepen a ‘Yên din'" li Tutun Deposuya Stenbolê vebû. Di pêşangehê de ji kovar û rojnameyên çapemeniya Stenbolê nimûne têne nîşandan.
Pêşangeh bi pêşengiya Zanîngeha Istanbul Bilgiyê û bi piştgiriya Balyozxaneya Swêdê li Stenbolê, Weqfa Anadolu Kultur û Açik Toplumê li Tutun Deposu ya li Tophane ya Stenbolê hat lidarxistin. Di pêşangehê de rojnameya herî kevn a Stenbolê Jamanak, El Amanser a bi zimanê Ladino, kovara hemşîniyan Gor, weşana çerkezan Jineps, rojnameya temendirêj Apoyevmatini, yekem kovara kurdî ya jinan a serdema nêz Roza û kovara kurdî ya ku çaryek asir weşanê dike Nûbihar jî tê de yelpazeke berfireh a pêşangehê heye.
Koordinatorê pêşangehê û hîndekarê Zanîngeha Istanbul Bilgiyê Prof. Dr. Bulent Bilmez derbarê pêşangehê de ji Spûtnîk Kurdistanê re axivî:
"Çapemeniya Stenbolê tê gotin bes çapemeniya Stenbolê bi tenê ji tirkî û misilmanên sunnî pêk nayê; li vir gelek ziman, çand, çîn û jiyan hene. Me jî ji xwe re got wiha nabe, çapemeniya Stenbolê bi tenê ne ayîde alîyekî ye, ayîde gelek aliyan e. Lewra me got em bêne ligel hev lê ne ku weke tirkan an jî misilmanên sunî em bibêjin bi tenê em hene, em dibêjin ku hineke din jî hene. Me xwest ku em bibînin bê 'yên din' kî ne.”
Yên ku îro hatine pêşangehê gotin ku me nedizanî ku li Stenbolê ewqas kovar, rojname, çand, ziman û cûreyên jiyanê hene. Yên ku îro hatin pêşangehê gotin ha çapemeniyê Stenbolê ne ne yekreng e cûre cûre û rengîn e. Yanî qesta me ji çapemeniya pirdeng ev e û ev (pêşangeh) destpêkek e."
Bilmez dibêje ku tiştên ku têne pêşandana zêdetir kurmancî ne lê ez vêya jî lê zêde bikim, ji 2015-16an û vir ve di (weşangeriya) kurmancî de kêmbûnek heye lê hêj ji zimanên din zêdetir e. Min gotibû ku ev destpêkek e, ligel ku li vir gelek cûreyên weşangeriyê hene piraniya wan ji hev agahdar nîn in. Bo nimûne li vir hindek nimûneyan dibînin, ji hev dipirsin ev çi ye, bi kîjan zimanî ye? Paşê dibînin ku bi Hemşînî ye an jî bi kurmancî, ermenkî. Wekî hun jî dizanin alfabeya ermenîyan gelek cuda ye."
Hêjayî gotinê ye ku Pêşangeha Çapemeniya Pirzimanî ya Stenbolê heta 18ê Adarê li Tutun Deposu ya li Tophaneyê dikare bê dîtin.
Bölümün son haberlerİ

22–28 Nisan tarihleri arasında, Ermenistan Devlet Senfoni Orkestrası, Dubai’de düzenlenen prestijli “Classic Violin Olympus” yarışmasında rezidans orkestra olarak sahne aldı.

Soykırımdan önce Ermeni kadınının toplumsal rolü, kadın haklarına ilişkin meseleler ve Ermeni kadınlarının bireysel hikâyeleri de özel başlıklarla sunulacak.

27 Nisan Pazar günü Şişli Ermeni Mezarlığı’nda yapılacak anma töreni saat 13:30’da başlayacak.
Alıntı

İranist Begijanyan, Reisi’nin ifadelerini yorumladı: “Ermenistan'a baskı yapılırsa Tahran müdahale eder”
En Çok Okunan
Haberde, 2011 yılında Ermenistan’da kurulan ve günümüzde 1,5 milyar dolar değer biçilen "Picsart" şirketinin başarı öyküsüne de yer verildi.
Özellikle tatbikata Ermenistan, Azerbaycan, Türkiye, Tunus ve AB ülkelerin de bulunduğu 17 ülkeden askeri personel katılıyor.
Eduard Sharmazanov'un konuşması sırasında Azerbaycan heyeti provokasyon girişiminde bulunarak onu yarıda kesmeye çalıştı.
AB’nin Güney Kafkasya’daki angajmanının, Azerbaycan ile Ermenistan arasındaki ilişkilerin normalleşmesi bağlamında önemli olduğunu yineledi.
Ermeni tarafıyla ilişkilerin normalleşmesinden sonra Türkiye'nin bir gün tekrar "kılıcını bilemeyeceğinin" garantisi nedir?
Takvİm
Anket
Bu yıl Ermenistan ile Türkiye devlet sınırı iki ülke vatandaşları için açılır mı?
Pİyasalar
EUR | TRY | USD |
549.84 | 90.05 | 485.12 |